Pêşmerge û Hêzên Serbazî yên Holandayê danûstandinan li ser alîkariyan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerg û Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser alîkariyên Hêzên Hevpeymanan û Holandayê ji hêzên Pêşmergeyan re dikin.
Wezareta Pêşmerge îro (Pêncşem, 13.06.2024) parve kiriye ku Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerg Ferîq Rukin Îsa Uzêr bi Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Walter re civiya.
Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, di wê civînê de danûstandin li ser mijarên hevpar ên navbera Wezareta Pêşmerge û TÎma Serbazî ya Holandayê li Herêma Kurdistanê tevî pirsa çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge û pêngavên wê piroseyê hatin kirin.
Tevî wê yekê jî, alîkariyên Hevpeymanan ji bo hêzên Pêşermgeyan mijarên pareke din a danûstandinên wê civînê bûn û her du aliyan bi giringî ve behsa wê pirsê kir.
Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerg û Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê tekez li ser berdewamîdana bi peywendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û TÎma Serbazî ya Holandayê li Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerg berheviya xwe ji bo zêdetir alîkarî û hevahengiyê bi merema pêşxistina peywendiyên navbera hêzên Pêşmergeyan û hêzên serbazî yên Holandayê diyar kir.