11 koçber li peravên Îtalyayê canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber binavbûna du keştiyên koçberan li Deryaya Sipî li peravên Îtalyayê, 11 kesan canê xwe jidest dan û bi dehan kes jî winda ne.
Hat ragihandin, 2 keştiyên koçberan ku yek ji peravên Tirkiyeyê û ya din jî ji bakurê Afrîkayê birê ketbûn, duhî duşemê li peravên Îtalyayê binav bûn.
Li gorî zanyariyan, di encama binavbûna her du keştiyan de, 11 kesan canê xwe jidest dan û bi dehan kes jî winda ne.
Rêxistina Hawarhatinê ya Almanî “ResQship” di daxuyaniyekê de li ser platforma "X" ragihand, gemiya wê ya mirovî “Nadir” 51 kes di navbera peravên Lîbyayê û Îtalyayê de rizgar kirin termên bi dehan koçberên din jî hebûn.
Ji aliyeke din ve jî, hêzên ewlekariya peravan ya Îtalyayê rizgar kirina 12 kesan di navbera peravên Îtalya û Yûnanistanê de ku di keştiyekê de bûn ragihand.
Ajansa nûçeyan a Îtalyayê “ANSA” jî ragihand ku nêzî 50 rêwî hîn di nava deryayê de winda ne û proseya lêgerîna li wan berdewam e.