Amerîka bi rêya pirojeqanûnekê Rûsyayê dixe nav lîsta welatên piştevanên terorê

Navenda Nûçeyan (K24) - Eger deng bi pirojeqanûneke du senatorên Komarî û Demokratan bê dan, Rûsya û çend welatên din dixin nav lîsta wan welatan ên ku piştevaniya terorê dikin.

Biryar e îro (Pêncşem, 20.06.2024) Senatorê Komariyan Lendsey Graham û Senatorê Demokratan Ritchard Blumenthal pirojeqanûneke hevpar a dualî ji bo vavartina Rûsya, Sûriye û hin welatên din wekî piştevanên terorê li dû qanûnên Amerîkayê rabigehînin.

Tê çaverêkirin ku ew piroje di çarçoveya kongireyekî rojnamvevanî de bê ragehandin û ji heftiya bê ve dikeve ber dengdanê.

Li dû vavartineke Amerîkayî, dewletên piştevaniya terorê dikin “ew dewlet in ên ku gelek caran piştgiriya kiryarên terorî yên navdewletî kiriye”.

Ew welatên heta niha li dû qanûnên Amerîkayê wekî piştevanên terorê hatine vavartin ev in; Kuba, Îran, Koreya Bakûr û Sûriye.