Îtalya.. 12 termên din ên belema binavbûyî hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Îtalya amajeyê dide ku termên hejmareke din a qurbaniyên wê belema koçberan a ku ku li peravên başûrê wî welatî binav bûbû û bû sedema xeniqîn û birîndarbûna çend koçberan ji avê derxistine.
Zêrevanên peravên Îtalyayê serê sibeha îro (În, 21.06.2024) ragehand ku, 12 termên din ên qurbaniyên belema koçberan a ku li peravên başûrê wî welatî binav bûbû ji avê derxistine.
Medyaya Îtalyayê li roja Duşemê, 17.06.2024, parve kir ku belemeke koçberan li peravên Îtalyayê binav bûye û hejmareke zêde ji swarên wê winda bûye, ku welatiyên Herêma Kurdistanê jî tê de bûn û dixwast derbaz bibin Almanyayê.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 18.06.2024ê ragehand, “Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û herwesa bi rêya Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê bi dezgehên fermî yên Îtalyayê re di peywendiyê de ye, zêdebarî pêkanîna odeyeke operasyionan ji bo ku ji nêz ve çavdêriya wê rewşê bike û lidûçûnê bike da ku her tiştekî pêdivî ji qurbaniyan re bê kirin.
Di ragehandina Fermangeha Peywendiyên Derve de hatibû, “Armanca şandina vê tîmê ji bo Îtalyayê hevahengiya bi Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li wî welatî re ye, ji bo ku peywendiyê bi dezgehên fermî yên Îtalyayê bikin û serdana cihê wê rûdanê bikin.”