Rêzan Hemesalih: Lidûçûna çarenivîsa hemî qurbaniyên belema Îtalyayê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê dibêje, “Her di bîstika yekê ya wê rûdanê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser xetê bû û em û tîmeke hikûmeta xwe ji bo lidûçûna rûdana binavbûna wê belemê raspartine. Herwesa navbirî berhev e ku termên qurbaniyan li ser budce û xerciya hikûmetê ji bo Herêma Kurdistanê vebigerîne.”
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Hemesalih îro (Yekşem, 23.06.2024) tevlî nûçeyên K24ê bû û got, “Piştî rûdana binavbûna wê belemê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmeke hikûmetê raspart ku serdana Îtalyayê bike. Em bi hevahengiya wê tîmê bi aliyên fermî yên Hikûmeta Îtalyayê re civiyan û me lidûçûn kir ji bo ku ew termên nehatine dîtin bi zûtirîn dem bên dîtin û ji bo kesûkarên wan bên vegerandin.”
Rêzan Hemesalih amaje jî da, “Me li nexweşxaneyê serdana birîndarên wê rûdanê kir û em ji silametiya wan piştrast bûn. Di eynî demê de jî, em ji bo hemî piştevanî û alîkariyekê ji wan re berhev in.”
Nûnera navbirî eşkere jî kir, “Heta niha 11 kes ji rûdana binavbûna wê belemê rizgar bûne û termên 35 kesan jî hatine dîtin, hêşta jî lêgeriyan ji bo dîtina termên din berdewam e û Hikûmeta Îtalyayê soz daye me ku li ser bizavên xwe yên ji bo dîtina wan terman berdewam be.”
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê di derheqa vegerandina termên koçberan ji bo Herêma Kurdistanê de jî got, “Her ji bîstika yekê ya wê rûdanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî soz daye ku terman li ser budce û xerciya hikûmetê ji bo Herêma Kurdistanê vebigerîne. Herwesa em berhev in ku termên welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jî bi hevahengiya Hikûmeta Îranê vebigerînin Kurdistanê.”
Medyaya Îtalyayê li roja Duşemê, 17.06.2024, parve kir ku belemeke koçberan li peravên Îtalyayê binav bûye û hejmareke zêde ji swarên wê winda bûye, ku welatiyên Herêma Kurdistanê jî tê de bûn û dixwast derbaz bibin Almanyayê.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 18.06.2024ê ragehand, “Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û herwesa bi rêya Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê bi dezgehên fermî yên Îtalyayê re di peywendiyê de ye, zêdebarî pêkanîna odeyeke operasyionan ji bo ku ji nêz ve çavdêriya wê rewşê bike û lidûçûnê bike da ku her tiştekî pêdivî ji qurbaniyan re bê kirin.
Di ragehandina Fermangeha Peywendiyên Derve de hatibû, “Armanca şandina vê tîmê ji bo Îtalyayê hevahengiya bi Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li wî welatî re ye, ji bo ku peywendiyê bi dezgehên fermî yên Îtalyayê bikin û serdana cihê wê rûdanê bikin.”