Qaymeqamê Riwandizê: Hikûmeta Herêmê çend projeyên giring li Riwandzê cîbicî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê Qezaya Riwandizê ragihand, çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzariyê, ji karên pêşîne yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û projeya kişandina avê bo gundên geliyê Akoyanê cibicî dike.

Qaymeqamê Riwandizê Ehmed Qadir ji K24ê re got: “Berê bi tankeran av li ser welatiyan dihat belavkirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyeke stratejîk a avê cîbicî dike ku yek ji wan projeyan jî kişandina avê bo geliyê Akoyan û gundên girêdayî wê ye.”

Ehmed Qadir got jî: “Qonaxa yekem a projeyê, bi bihayê 590 milyon dînar dest pê kiriye, proje şeş kîlometre dirêj e û dema cîbicîkirina projeyê 90 roj e.”

Da zanîn jî: “Qonaxên din ên pirojeyê dê bi bihayê 2 milyar dînar bên cîbicîkirin, ku dê kêşeya avê bo gundên geliyê Akoyanê çareser bike.”

Qaymeqamê Riwandizê diyarkir, “Pêştir projeya ava “Mêgird” bi bihayê 350 milyon dînar li Riwandizê hat cibicîkirin, ku em dikarin bêjin pirsgirêka avê li navenda navçeya Riwandzê gelek kêm bûye. Em plan dikin ku toran ji nû ve birêk bixin û pirsgirêkên mayî çareser bikin.”

Herwiha got jî: “Di planê de ye, projeya stratejî ya bendava Riwandzê were cibicîkirin, da ku av heder neçe û bê komkirin û herwiha ji bo aliyên din jî wek geştyarî, masîgirtin û çandiniyê were bikaranîn.”