Amerîka: Sûriye di bin desthilata Esed de bûye mezintirîn berhemhêner û hinardekara Kaptagonê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller îro Çarşemê got, Sûrîye di bin desthilata Beşar Esed de bûye hilberîner û hinardekara sereke yê Kaptagonê li cîhanê.

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê daxuyaniya Miller li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir ku tê de hat gotin: “Qazancên neqanûnî ji van çalakiyan, dibin sedema berdewamiya zordariya rejîmê li Sûriyeyê û têkdana aramî û ewlehiyê li herêmê.”

Ev daxuyaniyên Amerîkayê yên nû, bi boneya Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Bikaranîna Madeyên hişber û Bazirganiya Neyasayî de hatin, ku li gorî raporên Amerîkî û Brîtanî, deverên di bin destê Esed de, di rêza yekem a berhemanîn û qaçaxiya Kaptagon de ye.

Raporên Brîtanî û Amerîkî bêhtir carekê ye piştrast kirine ku rejîma Beşar Esed bi milyaran dolaran ji berhemanîn û bazirganiya Kaptagonê qazanc dike û Kaptagon bûye jêdera sereke yê aboriya rejîma Esed.

Ev yek di demekê de ye, artêşa Urdinê îro di daxuyaniyekê de ragihand, wan hewlek derbaskirina rêjeyeke mezin ya madeyên hişber bi rêyên qaçax ji xaka Sûriyeyê bo Urdinê têk birin.