ENKS: PYD ji ber eşkerenekirina rastiyên komkujiya Kobanê berpirs e
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di salvegera komkujiya Kobanê de radigihîne, “PYD ji ber eşkerenekirina rastiyên komkujiyê berpirs e, ji ber ku wê demê bajar di bin kontrola wan de bû.”
Sekreteriya ENKSê îro 26ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, “bajarê Kobanî danê sibê ji roja 25ê Hezîrana 2015an, bi tawaneke hovane ku ji aliyê grûpên çekdar ên terorîst ve hat kirin, hejiya. Teroristan bi awayekî bêserûber li kolan û malan dest bi kuştina mirovan kirin û bi sedan kes şehîd kirin, ku piraniya wan sivîlên bêguneh bûn.”
ENKSê dibêje: “Ev tawan, wek tawaneke şer û li dijî mirovatiyê tê dîtin ku piştî çend mehan ji rizgarkirina bajêr ji destê DAIŞê ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel ve hat kirin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “9 sal bi ser Komkujiya Kobanî (Şeva Xedirê) re derbas dibin û hûrgiliyên wê hîn jî ne zelal in, malbatên qurbaniyan jî li hêviya eşkerebûna rastiyan, bi lêkolîneke zelal in. Niha jî her kes meraq dike ku ev tawana hovane ji aliyê kê ve hatiye kirin û çawa bi çekên xwe ketine nava bajêr.”
ENKSê bi tundî tawana Şeva Xedirê şermezar dike û dibêje: “PYD ji ber eşkerenekirina rastiyên komkujiyê berpirs e, ji ber ku wê demê bajar di bin kontrola wan de bû.” Herwiha tekez kir jî, “ev tawan bandorên xwe ji holê nabin, heya ku rastî eşkere nebe, dadwerî pêk neyê û berpirsên vê tawana hovane neyên girtin.”
Sekreteriya ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Dilovanî ji şehîdên komkujiya Şeva Xedirê û hemû şehîdên azadiyê re û rûreşî û şermezarî ji kujer û tawanbaran re.”