Siyasedmedarên Saadet û Siberojê: Bila aliyên din jî tevlî hevdîtinên AK Partî û CHPê bibin
Diyarbekir (K24) – Karvedanên hevdîtinên navbera Ak Partî û CHPê de berdewam in, siyasetmedarên kurd ên di partiyên opozîsyonê de cih digirin bang li Ak Partî û CHPê dikin, eger dixwazin pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê çareser bikin, bila bang li partiyên din jî yên opozîsyonê bikin û bedşarên civînan zêdetir bikin.
Piştî hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê CHP wek partiya yeke ji hilbijartinan derket, serokomarê Tirkiyeyê peyamên nermbun û asayîbunê da û 2 caran navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê CHPê Ozgur Ozel de civîn hat li darxistin û herî dawî jî şandeyek CHPê serdana Wezîra Darayî Mehmet Şîmşek kir. Partiyên opozîsyonê derbarê hevdîtinan de amaje dikin ku parastina zemîna hevdîtinê hêja û girîng e lê hevdîtinên tên kirin girêdayî şert û mercên rojevê pêk tên.
Serokê Rêxistina Diyarbekirê ya Partiya Siberojê Aydin Altaç ji K24ê re got: “Ez di wê baweriyê de me ku hevdîtinên tên kirin, hevdîtinên konjonkturel in, ne ji dil in, eger bo çareseriya pirsgirêkan hevdîtinan bikin em piştgiriyê didin, hevdîtin tiştek baş e, eger bang li me bikin emê jî biçin.”
Gelo hevdîtinên navbera Ak Partî û CHPê de dê bandorek çawa li hevsengiyên siyasî bike. Siyasetmedarên opozîsyonê ser vê mijarê balê dikêşin ku eger demek nêzîk de ev hevdîtin encameke şênber di qada siyasî û aboriyê de dernexin hole, dê bêwate bimînin û eger encamên erênî jê derbikevin, dê hevdîtin bidomin û partiyên din jî dixwazin tevlî hevdîtinan bibin.
Serokê Rêxistina Diyarbekirê ya Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn dibêje: “Hevdîtinên wisa bo çareseriya pirsgirêkan baş û erênî ne û divê hemû partî bikaribin hevdîtinan bikin, em erênî dibînin, dema me bi CHPê re hevdîtin dikin Ak Partî rexne li me digirt lê niha ew hatin ser nêrîna me, pêwîst e hijmara partiyên hevdîtinê were zêdekirin.”
Siyasetmedarên Kurd ên nava opozîsyonê de cih digirin balê dikêşin ku Ak Partî û CHP bo çareseriya pirsgirêkan hevdîtinan dikin lê piştî hevdîtinan ji dêvla ku pirsgirêk çareser bibin, pirsgirêkên di rojevê de ne jî tên jibîrkirin.