Serok Barzanî: Em piştgiriya lidarxistina hilbijartinên pak û dûr ji destêwerdanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi boneya diyarkirina roja 20ê Cotmehê ji bo lidarketina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, destxweşiyê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dike û piştgiriya xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên pak û dûr ji destêwerdanê dike.

Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Hezîranê peyamek derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de belav kir û tê de got: “Bi boneya diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an de, destxweşiyê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî got jî: “Em piştgiriya lidarxistina hilbijartinên pak û dûr ji destêwerdanê dikin. Em xwazyar in aliyên siyasî dikin bi berçavgirtina rewşa Herêma Kurdistanê, bi berpirsyarî hevkar bin ji bo serxistina proseyeke demokratîk û parastina aramî û pêkvejiyanê.”

Ev yek di demekê de ye, îro Serokê Herêma Kurdistanê roja 20.10.2024an wekî dema nû ya hilbijartinên gera şeşemîn a Perlemantoya Kurdistanê diyar kir.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Çarşem, 26.06.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar li ser derxistina fermana herêmî ya hejmar 222 a sala 2024ê da, ku tê de hatiye: li dû benda duyê, madeya dehê, ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, hejmar yek a 2005ê ya edilandî, me biryar li ser van xalan da:

1.  Diyarkirina roja 20.10.2024ê wekî roja birêveçûna hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistana Îraqê.

2.  Tevaya aliyên peywendîdar bi bicihanîna karên pêdivî ji bo alîkarî û hevahengiyê bi Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê re ji bo bicihanîna vê fermanê pabend dibin.

3.  Ev ferman ji roja derkeftina wê tê bicihanîn û li rojnameya fermî tê belavkirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Jivanê nû yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê piştî helsengandineke temam a pêdivîtiyên hilbijartinan û danûstandinên bi aliyên peywendîdar re û guhdarîkirina dîtin û nerînan hatiye diyarkirin.”

Tevî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10.06.2024ê wekî roja birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kiribû, lê ji ber tevlînebûna PDKyê û pêkhatan ji ber biryara Dadgeha Federalî ji bo hilweşandina 11 kursiyên kutayê yên Perlemana Kurdistanê û “desttêwerdanên derve û berhevkirina dîzayna pêşwext ji bo hilbijartinan”, hilbijartin di wê demê de nehatin kirin.

 

Fly Erbil Advertisment