Rubîna Ezîz: Serok Barzanî take kes bû piştevaniya pêkhateyan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentereke berê yê Parlamentoya Kurdistanê ragihand, ew pêşwaziyê li diyarkirin roja hilbijartinan dikin û tê de beşdar dibin. Herwiha got jî: “Serok Barzanî take kes bû ku piştevaniya pêkhateyan kir.”

Parlamentera berê ya Parlamentoya Kurdistanê Rubîna Ezîz ji K24ê re ragihand, “Em wek pêkhateyên Kildanî, Suryan û Aşûrî pêşwazî li diyarkirina roja hilbijartinan dikin. Me hertim jî piştevaniya hemû rojên ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinan diyar kirine, kiriye.”

Rubîna Ezîz got: “Zilmek mezin li pêkhateyan hatiye kirin, ji ber vê yekê em dixwazin hilbijartin di meha Cotmehê de bên kirin.”

Tekez kir jî: “Em ê beşdarî hilbijartinan bibin û namzedên me jî hene, da ku em nûnerên xwe yên rasteqîn bişînin parlamentoyê ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinan, ku mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê tê de bên diyarkirin.”

Wê parlamentera berê ya Xiristiyan got jî: “Tevî ku ev hilbijartin ne bi dilê me ye jî, lê em ê beşdar bibin da ku nûnerên Sûryanî, Keldanî û Asûrî di parlamentoyê de hebin.”

Herwiha diyar kir jî, “Serok Barzanî take kes bû ku piştevaniya pêkhateyan û bi taybet gelê Xiristan kiriye, lewra ez bang li Xiristiyanan dikim ku beşdarî hilbijartinan bibin.”

Ev yek di demekê de ye, îro Serokê Herêma Kurdistanê roja 20.10.2024an wekî dema nû ya hilbijartinên gera şeşemîn a Perlemantoya Kurdistanê diyar kir.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva Serokatiya Herêma Kurdistanê da û amadebûna xwe ji bo beşdariya di hilbijartinên bê de ragihand.

Fly Erbil Advertisment