Osame Nuceyfî: Herêma Kurdistanê dosteke emekdar e û peywendiyên me dîrokî û stratejîk in

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê Partiya Mutehîdûn û Serokê Berê yê Civata Nûnerên Îraqê pesna Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ji bo parastina pêkhatan dike, herwesa amajeyê dide ku peywendiyên wan li ser bingeha biratiya kevn a navbera wan çê bûne.
Sikirtêrê Giştî yê Partiya Mutehîdûn û Serokê Berê yê Civata Nûnerên Îraqê Osame Nuceyfî îro (Pêncşem, 27.06.2024) di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê pesna Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ji bo parastina birayane ya pêkhatan kir, herwesa amaje da ku peywendiyên wan li ser bingeha biratiya kevn a navbera wan çê bûne.
Osame Nuceyfî eşkere jî kir ku, peywendiyên navbera malbata Barzanî û malbata Nuceyfî ji bo salên 1930an vedigerin. Pêdivî jî dît ku ew peywendî li ser astê siyasî û di navbera malbatan û Herêma Kurdistanê û Neynawayê de ku hevsinora Herêma Kurdistanê ye bên bihêztirkirin.
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de got, “Em spasî û rêzên xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê dikin, ku dosteke emekdar e û rastgo ye û peywendiyên me bi wê re dîrokî û stratejîk in.”
Sikirtêrê Giştî yê Partiya Mutehîdûn û Serokê Berê yê Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Peywendiyên erênî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê bi giştî û Neynawayê bi taybetî dibin sedema peydakirina Îraqeke demokrat û seqamgir û ku qanûn û destûr tê de serwer bin û herwesa mafên welatiyan dê parastî bin.”
Osame Nuceyfî di derheqa rewşa Îraqê de jî got, “Îraq di rewşeke necîgir de ye û pêdivî ye arêşe bên çarekirin, xasma ku qanûn û destûr heta niha wekî xwe nehatine temamkirin û hin ji madeyên destûrî pêdivî ne ku ji ji aliyê serkirdeyên hekîm ên Îraqê ve bên edilandin, ku kûrahiya fikirîn û ezmûn û dilsoziyê heye.”