Hewlêr û Parîs konferanseke girêdayî weberhênanê li Parîsê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser rêkxistina konferanseke hevpar a weberhênanê li Parîsê dikin.
Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro (Pêncşem, 27.06.2024) bi Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem re civiya.
Li dû ragehandina wê desteyê, di wê civînê de danûstandin li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Fransayê di çarçoveya kertên aborî û bazirganî û weberhênanê de hatin kirin.
Wê ragehandinê amaje jî daye ku, Serokê Desteya Weberhênanê û Konsulê Giştî yê Fransayê tekez li ser pêşvebirina peywendiyan bi rêya lihevguhertina bazirganî û karê weberhênanê di navbera sermayedar û weberhênerên her du aliyan de kir.
Her li dû wê ragehandinê, pareke din a wê civînê girêdayî berheviyên kirin û rêkxistina konferanseke hevpar a Herêma Kurdistanê û Komara Fransayê di kertê weberhênanê de bû, ku biryar e li dawiya meha Îlonê li Parîsa paytexta welatê Fransayê bê kirin.