Mela Mistefa Barzanî bi kesatî û nûnerên gundên devera Barzanê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Mela Mistefa Barzanî bi hejmareke rihspî, kesatî û nûnerên gundên devera Barzanê re danûstandinan li ser pirojeyên xizmetkarî û kertên tendirustî, avedankirin, jîngehparêzî û peydakirina derfetên karî ji bo ciwanan dike.
Mela Mistefa Barzanî îro (Pêncşem, 27.06.2024) li Qayimqamiya Qezaya Mêrgesorê bi berhevbûna berpirsên hikûmî, hizbî û civakî yên deverê civîneke cemawerî bi hejmareke rihspî, kesatî û nûnerên gundên devera Barzanê re kir.
Ragehandina nivîsîngeha wî parve kir ku, Mela Mistefa Barzanî di wê civînê de bal kêşa ser çend mijarên girêdayî jiyan û karûbarên welatiyan û pirojeyên xizmetkariyan, herwesa kertên din wekî kertên tendirustî, avedankirin, jîngehparêzî û peydakirina derfetên karî ji bo ciwanan.
Kesên berhevbûyî li beranberî lidûçûna berdewam a Mela Mistefa Barzanî ji bo arêşe û karûbarên welatiyan û wî erkê ku ji bo berjewendiya xelkî bi cih tîne spasî û rêzên xwe diyar kirin.






