Li Semsûrê erdhejek çê bû

Erdhej
Erdhej

Diyarbekir (K24) - Li herêma Çilikana navçeya Semsûrê bi hêza 3.3 erdhejek çê bû, kûrahiya wê heta 1.8 kîlometreyan hat pîvan.

Li gor Enstîtûya Lêkolînên li ser Erdhêjan a Kandîlliyê, li herêma Çilikana navçeya Semsûrê Seet 22.07ê erdhejek çê bû.

Hat zanîn ku ew erdhej bi hêza 3.3 bû û bû sedema metirsiyê.

Herwesa amaje hat dan ku kûrahiya wê erdhejê heta 1.8 kîlometreyan hat pîvan.