Serok Barzanî tevlî behiya babê Osame Nuceyfî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi merema gehandina serexweşî û hevxemiya xwe tevlî behiya babê Osame Nuceyfî dibe.

Baregayê Barzanî îro (Yekşem, 30.06.2024) parve kir, “Bi merema gehandina serexweşî û hevxemiya xwe, Serok Barzanî li Mizgefta Celîl Xeyat a bajarê Hewlêrê tevlî behiya babê Osame Nuceyfî (Ebdulezîz Nuceyfî) dibe.

Serok Barzanî li roja 26.06.2024ê di peyameke serexweşiyê de ji bo Osame Nuceyfî nivîsîbû, “Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya wexera dawiyê ya rêzdar Ebdulezîz Nuceyfî yê babê we yên rêzdar gehişt min.”

Di wê peyama Serok Barzanî de herwesa hatibû, “Ez bi vê helkeftina xembar serexweşiyê li we yên rêzdar û tevaya malbat û kesûkarên we dikim û ez xwe hevparê xema we dibînim.”

Fly Erbil Advertisment