Parêzgerê Helebceyê: Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevaya daxwaziyên me bi cih anîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Helebceyê dibêje, “Serdana duyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Helebceyê nîşana giringîdana cenabê wan bi vê parêzgehê ye. Herwesa her daxwazeka me heba, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cih dianî.”
Parêzgerê Helebceyê Azad Tewfîq îro (Yekşem, 30.06.2024) ji K24ê re got, “Dema Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Helebceyê kir, me li Dîwana Parêzgehê yadaşteke nehxalî pêşkêşî wî kir. Eger ew yadaşt 19 xalî jî ba, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê hemî bi cih anîba. Bi dilxweşî ve tevaya daxwaziyên me wergirtin û karekê rijd li ser hat kirin.”
Azad Tewfîq herwesa got, “Piştî çar mehan, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê du caran serdana Helebceyê kir û hejmareke pirojeyên xizmetkarî li wê parêzgehê bi cih anî, ev jî nîşana giringîdana cenabê wan bi parêzgeha Helebceyê ye.”
Navbirî di derheqa bicihanîna biryara parêzgehbûna Helebceyê de jî got, “Çi rêgiriyên qanûnî li beranberî parêzgehbûna Helebceyê nînin, lê li Civata Nûnerên Îraqê ji ber duberekiyên hin aliyên siyasî deng li ser wê pirojeqanûnê nayê dan, ku pirsa parêzgehbûna Helebceyê bi çend pirsên din ve girê daye. Divê dewleta Îraqê Helebceyê wekî pareke xwe bibîne û bi zûtirîn dem wê bike parêzgeh.”
Parêzgerê Helebceyê amaje jî da, “Me îro du yadaşt pêşkêşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku ya yekê ji bo kertê çandinê û ya din jî ji bo kertê geştyariyê ye. Em hêvîdar in ew jî wekî daxwaziyên me yên din ji me re bên bicihanîn.”