London.. Konferansa IBBC bi tevlîbûna Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera 12ê ya Konferansa Civata Karî ya Îraqî-Brîtanyayî IBBC li Londona paytexta Brîtanyayê dest bi karên xwe dike. Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê dibêje, “Yek ji encamên vê konferansê vekirina tayekî Zanîngeha Londonê li Hewlêrê ye, ku dibe mezintirîn tayê wê zanîngehê li Rojhilata Navîn.
Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî li Londonê ji K24ê re ragehand, “Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî wekî Nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî konferansa IBBCyê dibe û gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş dike.”
Bergeşt Akreyî herwesa got, “Ev konferans her salê du caran bi tevlîbûna berpirsên Hewlêr, London û Bexdayê tê kirin, carekê li Îmaratê û carekê jî li Londonê. Armanca wê konferansê zêdetir pêşxistina peywendiyên bazirganî û aborî ye. Tiştê ku îro danûstandin li ser tên kirin ew e ku bê zanîn ka gelo ji bo pêşxistina alîkariyan ji aliyê bazirganî û weberhênanê ve pêdivî ye çi dî bê kirin.”
Ji bilî Serokê Desteya Weberhênanê wekî Nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerên Hikûmeta Îraqê, xwediyên karan, bazirgan, weberhêner û nûnerên kompaniyên Brîtanyayî û cîhanî jî tevlî konferansa Civata Karî ya Îraqî-Brîtanyayî IBBC dibin.
Bergeşt Akreyî amaje jî da, “Nûnerên Brîtanyayî jî wekî kesatiyên diyar û hejmareke perlemantaran jî berhev in û dê gotaran pêşkêş bikin û balê bikêşin ser zêdetir pêşvebirina peywendiyan.”
Yek ji mijarên konferansa IBBCyê pirsa perwerde û fêrkirinê ye, Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê di wî warî de got, “Yek ji encamên baş ên vê konferansê vekirina tayekî Zanîngeha Londonê li Hewlêrê ye, ku zanîngeheke navdar a cîhanî ye û biryar e ji bo werzê bê yê xwandinê li Hewlêrê bê vekirin û mezintirîn tayê wê zanîngehê li Rojhilata Navîn e.”