Silêmanî.. erebeyek teqî û du kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li nêzî pirojeyeke akincîbûnê li taxa Raperînê ya bajarê Silêmaniyê, erebeyek teqî, du kes birîndar bûn û hêzên Asayîşê jî li cihê wê teqînê dest bi lêkolînê kir.
Peyamnêrê K24ê got, “Li dû wan zanyarên bi dest me keftine, du kes di wê erebeyê de bûn ku her du endamên Tevgera Azadiyê ya girêdayî PKKê ne û her du jî birîndar bûne.”
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê her di derheqa wê teqînê de ronkirinek parve kir û tê de ragehand, “Seet 11:30 ê berî nîvroya îro (Sêşem, 02.07.2024), ji ber teqîna erebeyeke Kia Sportage a reng spî ku heta niha sedema teqîna wê nehatiye zabnîn, du kes bi giranî birîndar bûn, ku yek ji wan şofêrê wê erebeyê û yê din jî nefer bû.”
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Lêkolîn li ser sedema wê teqînê berdewam in.”