Du tankerên sotemeniyê li Bakurê Kurdistanê li hev ketin
Navenda Nûçeyan (K24) - Du tankerên pirî sotemenî li ser rêya Riha-Dîlokê li Bakurê Kurdistanê li hev xist, şofêrê yek ji wan tankeran mir û agirekî wêranker jî berbû wî cihî.
Medyaya Tirkiyeyê parve kiriye, ew rûdan şeva borî (Sêşem, 02.07.2024) li ser rêya Riha-Dîlokê li Bakurê Kurdistanê çê bû. Ji ber dijwariya wê lihevxistinê, her du tankerên pirî sotemenî teqîn û agirekî mezin peyda bû û şofêrê yek ji wan tankeran bi navê Omer Bagtur mir.
Piştî wê rûdanê jî, tîmên Bergiriya Şaristanî, Tendirustî û Polîsan gehiştin wî cihî. Tîmên Bergiriya Şaristanî karî wî agirî kontirol bikin lê ji ber daxistina wê rêyê, bi dirêjahiya nêzî pênc kîlometran erebe û barhilgir li pişt yek mane û nikarin derbaz bibin.
Herwesa polîsên trafîkê yên Tirkiyeyê jî belav kiriye ku doza vekolanê ji bo sedema wê rûdanê vekiriye.