Wezîrekî Tirkiyeyê: Eger 25 hezar şivanên Efxanî derkevin ajeldarî namîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê dibêje, eger îro 25 hezar şivanên Efxanî ji Tirkiyeyê biçin, li Tirkiyeyê çandinî û ajeldarî namîne.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ji rojnameya “Sabah” re da xuyakirin, ji ber nebûna karkeran gelek berhemên çandiniyê li erdê dimînin û ji ber vê jî bihayên berhemên çandiniyê li bazaran giran dibin.
Bolat herwiha got, valahiyeke cidî ya karkerên werzî heye ku bi karkerên biyanî jî nayê dagirtin. Eger îro 25 hezar şivanên Efxanî ji Tirkiyeyê biçin, li Tirkiyeyê ajeldarî û çandinî namîne.
Ev daxuyaniya Bolat di demekê de tên, bertekên li hemberî polîtîkayên penaberan ên li Tirkiyeyê zêde bûne.