Rizgar Ejî Goran: Xelk bi hêvî temaşeyî serdana Mesrûr Barzanî bo Silêmaniyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekerekî siyasî amajeyê dide, “Peyva “xizmetkar im” mezintirîn sîfet û nasnav e ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji xwe re hilbijartiye û nîşana dilsozî û rastgoyiya wî ye, ku ev jî wekî mîrat jê re maye.” Herwesa dibêje, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî di kabîneya xwe de rûbirûyî zêdetirîn pilangêriyan bûye.”
Şirovekerê Siyasî Rizgar Ejî Goran îro (Duşem, 08.07.2024) ji K24ê re got, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî di kabîneya xwe de gelek kar û pirojeyên giring bi cih anîne, li paşerojê jî dê kar û çalakiyên giring ji bo jîn û jiyara xelkê Kurdistanê bi giştî û sinorên devera Silêmaniyê bi taybetî hebin.”
Rizgar Ejî Goran tekez jî da, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî di erkê xwe de serkeftî bû û bi kiryar xizmeta Silêmanî û Helebce û cihên din kiriye.”
Navbirî ron jî kir, “Xelk bi hêvî temaşeyî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Silêmaniyê û wan xizmet û pirojeyên li wî sinorî hatine bicihanîn dikin.”
Wî Şirovekerê Siyasî herwesa got, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi hemî rastgoyî bersiva hemî pirsyaran da ku ji aliyê nûnerên tex û çînên devera Silêmaniyê ve di wê hevdîtinê de arasteyî wî hatin kirin.”
Rizgar Ejî Goran amaje jî da, “Peyva “xizmetkar im” mezintirîn sîfet û nasnav e ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji xwe re hilbijartiye û nîşana dilsozî û rastgoyiya wî ye, ku ev jî wekî mîrat jê re maye.”