Şaxewan Ebdula: Sûdanî soz da arêşeya mûçeyên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê çare bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê û Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê danûstandinan li ser gîrobûna mûçeyên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê dikin û Sûdanî sozê dide ku arêşeya mûçeyên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê çare bike.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula ji K24ê re ragehand, “Em îro (Çarşem, 10.07.2024) ji bo danûstandinan li ser hejmareke pirsan bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyan, yek ji wan jî arêşeya jî neşandina mûçeyên hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê bû.”
Şaxewan Ebdula herwesa got, “Me daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê kir ku ew navên ji lîsta hêzên ewlehiyê arêşe li ser hene ji bo Dîwana Çavdêriya Darayî bihêlin heta hûrbînî li ser wan tê kirin, ew navên hûrbînî jî li ser bidawî hatiye mûçeyên wan bên xerckirin.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê amaje jî da, “Serokwezîrê Îraqê soz da ku di çend rojên bê de arêşeya mûçeyên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê bê çarekirin û mûçeyên wan bên şandin.”