Biryareke Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser binavkirina yekîneyên akincîbûnê tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê yekîneyên wan kesan tên binavkirin ên ku heta niha wêneyên tomaran nînin.

Biryareke din a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku di berjewendiya bi dehan hezar kesan de ye, ji bo wan kesên ku yekîneyên akincîbûnê hene û heta niha wêneyên tomaran nînin, tê bicihanîn.

Ji bo pêngavên bê yên bicihanîna biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Şaredarî û Geştyariyê û Desteya Weberhênanê jî rênimayên pêdivî didin dezgehên şaredariyê û weberhênanê.

Bi berhevbûna Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî û Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî, îro (Çarşem, 10.07.2024) workşopeke girêdayî bicihanîna biryara hejmar 632 ya roja 03.03.2024ê ya girêdayî vekirina yekîneyeke taybet li tevaya parêzgeh û îdareyên serbixwe, bi merema tomarkirina yekîneyên akincîbûnê di pirojeyên weberhênanê û yên taybet de hat birêvebirin.

Çend bername di wê workşopê de hatin pêşkêşkirin, yek ji wan jî biryara Civata Bilind a Weberhênanê ya hejmar 632 bû, ku li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derkeftiye û di berjewendiya bi dehan hezar kesan de ye, û rehend û armancên wê jî hatin şirovekirin.

Herwesa danûstandin li ser wan pêngavên heta niha di çarçoveya wê biryarê de kar li ser hatiye kirin, tevî pêkanîna yekîneyeke yekxistin û cudakirina pirojeyên akincîbûnê li parêzgeh û îdareyên serbixwe û herwesa şêwazê karkirina lijne û yekîneyên girêdayî wê biryarê hatin kirin.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî û Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî di wê çalakiyê de gotarên xwe pêşkêş kirin û behsa giringiya biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bicihanîna wê kir, bi merema tomarkirina yekîneyên akincîbûnê li parêzgeh û îdareyên serbixwe ku bi dehan hezar kes dê feydeyî jê werbigirin.

Herwesa wan armanca wê biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şirove kir û rênimayên pêdivî li ser çawaniya bicihanîn û pêngavên paştir berçav kirin, bi awayekî ku di berjewendiya wan kesan de be yên ku ev biryar jê digire.

Fly Erbil Advertisment