Pêkhateyên Herêma Kurdistanê daxwaza zêdekirina kursiyên xwe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, 5 kursiyên kota yên ji pêkhateyan re hatine diyarkirin kêm in û ew daxwaz dikin weke berê bên vegerandin.
Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf îro 11ê Tîrmehê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew bi hin nûnerên siyasî û hin rêxistinên civaka sivîl re civiyan û tê de behsa pirsa kotaya pêkhateyên etnîk ên Kildanî, Tirkmen, Suryan û Asûrî hate kirin.
Marûf got: “Me berê jî tekezî li ser wê yekê kiribû ku ew 5 kursiyên ji bo kotaya pêkhateyên Herêma Kurdistanê hatine destnîşankirin, wek hejmar biçûk in, dabeşkirina van pênc kursiyên kotayê li ser bingeha erdnîgariyê xelet e û dabeşkirin zêdetir siyasî ye.”
Herwiha got jî: “Pêştir jî me tekez kiribû ku em li gel wê yekê ne ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên lidarxistin. Di heman demê de divê hemû alî beşdarî vê pêvajoya hilbijartinê bibin, pêkhate jî di nav de ku hebûn û beşdarbûna wan di hilbijartinan de girîng e. Lê ji berê ve destêwerdan di karûbarê pêkhateyan de hatiye kirin, ji bo zextê li pêkhateyan bikin.”
Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan got: “Me di civîna îro de behsa wê yekê kir ku ew kotaya diyarkirî ji bo pêkhateyan pir kêm e û me daxwaz kir ku vegere bibe 11 kursî wek berê, ji ber ku di bingehê xwe de, tişta hatiye danîn û hatiye kirin siyasî û xelet e.”
Dadgeha Federalî roja 21.02.2024an biryar dabû ku hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji 110 kursiyan bo 100 kursî bên kêmkirin û 10 kursiyên kota ji bo pêkhateyên neteweyî nemînin. Lê di piştre di 21ê Gulanê de, 5 kursî ji wan 100 kursiyan ji bo pêkhateyan veqetandin û li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê dabeş kirin.