Îsmaîl Hedîdî: Postê parêzgerî sedema serekî ya pêkneanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê ye

Îsmaîl Hedîdî
Îsmaîl Hedîdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Partiya Hedefê radigehîne ku, postê parêzgerê Kerkûkê sedema serekî ya pêkneanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê ye. Heta niha jî arêşe di navbera Ereb, Tirkmen û Kurd û hemî pêkhateyan de berdewam in.

Sikirtêrê Partiya Hedefê Îsmaîl Hedîdî îro (În, 12.07.2024) ji K24ê re ragehand, “Em duhî li ser vexwandinekê tevlî rûniştina Civata Parêzgeha Kerkûkê bûn û gelek giran bû, herwesa ew rûniştin hêsan nebû, ez di rasta Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê de nîgeran im.”

Îsmaîl Hedîdî amaje jî da, “Tevî ku biryar hatibû dan ku çi biryar di wê rûniştinê de neyên dan û pirotokolî be, ez wê civînê wekî hevdîtinekê dibînim. Hevdîtineke îdarî ji bo ku desthilat bi Civata Xwecihî ya Parêzgeha Kerkûkê bê dan, lê çend sedeman wesa kiriye ku em geşbîn nebin. Yek ji wan sedeman jî dûriya hêzan ji hev û hevrikiya hêzan li ser wan post û pêgehên ku li Kerkûkê hene û xasma postê parêzgerî.”

Navbirî herwesa got, “Gelek sedem hene lê hevrikiya pêkhateyan li ser postê parêzgerê Kerkûkê serekîtirîn sedem e ku bûye sedema paşxistina civata parêzgehê, heta niha jî ew hevrikî berdewam e. Ew hevrikiyeke gelek dijwar e û hejmareke pirojeyan jî heye ku di navbera aliyan de hatine pêşkêşkirin, lê lihevkirin li ser wan pirojeyan nehatiye kirin û alî jî negehiştine çi encaman, ji bo ku dest bi pêkanîna Civata Parêgeha Kerkûkê û danana parêzgerî bikin.”

Sikirtêrê Partiya Hedefê ron jî kir, “Ez dibêjim postê parêzgerê Kerkûkê sedema serekî ya pêkneanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê ye. Heta niha jî arêşe di navbera Ereb, Tirkmen û Kurd û hemî pêkhateyan de berdewam in. Hemî alî li ser bicihanîna pirojeyên xwe rijd in, ew pirojeyên ku pêşkêşî Sûdanî kirine û dixwazin bên bicihanîn.”

Fly Erbil Advertisment