Li Ezazê xwepêşandanên berfireh li dijî asayîkirina pêwendiyên bi rejîma Sûriyeyê re tên

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bajarê Ezazê xwepêşandanên berfireh li dijî asayîkirina pêwendiyên Tirkiyeyê bi rejîma Sûriyeyê re tên.

Xwepêşanderan duhî êrîşî ofîsa hikûmeta demkî ya opozîsyonê lê Ezazê kirin, ala Hevpeymaniya Opozîyonê ji ser avahiyê, daxistin weke bersivekê li ser pabendbûna wê bi fermanên Tirkiyeyê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, “Xwepêşanderan daxwaza vekirina lêpirsînê derbarê bûyerên teqekirina li ser xwepêşanderan kirin, tawanbar bên girtin û kesên ku ziyan dîtine bêne qerebûkirin.”

Herwiha xwepêşandar li dijî gavên ji bo asayîkirina pêwendiyên bi rejîmê re red kirin û li dijî vekirina dergehan bi rêjîmê re derketin û daxwaz kirin ku hemû binpêkirinên li dijî penaberan li Tirkiyeyê tên kirin, bên rawestandin.

Xwepêşandaran daxwaza hilweşandina Hevbendiya Opozîsyona Sûriyeyê (Îtîlaf) û hemû deste û dezgehên jê ketine kirin. Herwiha daxwaz kirin ku kar bo avakirina desteyek bilind bo serkêşiya şoreşê kirin.

Li gorî Rewaneghê, xwepêşandaran daxwaz kirin jî ku hebûna Tirkiyeyê di baregehên leşkerî de bên sînordarkirin û destêwerdanê di karûbarên rêveberiya herêmê de nekin.

Li herêmên Efrîn, Ezaz û navçeyên din ên bakurê Sûriyeyê yên di destê çekdarên opozîsyona Sûriyeyê de, ji destpêka vê Tîrmehê ve xwepêşandanên mezin li dijî asayîkirina pêwendiyên Tirkiye – Sûriyeyê û êrîşêm nijadperestên Tirkiyeyê li hember penaberên Sûrî derdikevin.

Di encama xwepêşandanan de, 7 xwepêşandar hatibûn kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Fly Erbil Advertisment