Trump ji hewleke kuştinê rizgar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li wîlayeta Pennsylvanyayê dema bangeşeya hilbijartinan dikir, rastî êrîşeke çekdarî hat.
Donald Trump roja şemiyê (bi dema xwecihî ya Amerîkayê) dema ku di bangeşeya hilbijartinê de li Pennsylvanyayê gotarek pêşkêş dikir, rastî êrîşeke çekdarî hat û birîndar bû.
Trump piştî êrîşê li navendeke bijîşkî ya li Pennsylvania diyar kir: “Guleyek li beşa jorîn a guhê min ê rastê ket.”
Ajansa Xizmeta Nehênî ya Amerîkî ragihand, “Serok Donald Trump ji cihekî bilind ê li derveyî qada bangeşeya hilbijartinê ve, hate gulebarankirin.”
Ajansê herwiha da zanîn: “Yek ji amadebûyan hat kuştin û 2 kesên din jî bi giranî birîndar bûn û me êrîşker bêbandor kir.”
Ajansê got ku lêkolînek aktîf li ser bûyera gulebaranê hate destpêkirin û dema ku zanyariyên zêdetir bi dest bikevin, ew ê belav bikin.
Ji aliyê xwe ve tora “CNN” da zanîn, FBI'yê nasnameya êrîşkerê Trump destnîşan kiriye û got, ew ciwanekî 20 salî ji Pensîlvanyayê ye, lê heta niha navê wî nehatiye eşkerekirin.
Ji aliyê xwe ve, Koşka Spî diyar kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî bûyera teqekirinê, pêwendiyeke telefonî bi Trump re kir.
Biden di daxuyaniyeke kurt de got, “Li Amerîkayê cihê tundiyê nîne û em ti carî rê nadin ku bûyerên tundiyê bên kirin.”
Herwiha Biden diyar kir, “rewşa Trump baş e û ez plan dikim ku pê re biaxivim û ez bi tevahî ji rewşa wî agahdar bûm.”