Îsraîlê êrîşî başûrê Şamê kir: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê li ser başûrê Şamê de, leşkerekî artêşa Sûriyeyê hat kuştin û çend leşker jî birîndar bûn.

Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê ji ser zarê jêderekî leşkerî ragihand, Îsraîlê îro berbangê çend xalên leşkerî li herêma Kefer Sosa a li başûrê Şamê kire armanc û di encamê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Wî jêderê leşkerî da zanîn, êrîş ji aliyê Bilindahiyên Golanê ve hatiye kirin, sîstema berevaniya esmanî jî rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bûn û hejmareke mezin ji wan xistin xwarê.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê çend avahiyên mîlîşyayên Îranê û xalên berevaniya asmanî li gundewarê başûrê Şamê kirin mûşekbaran kirin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de leşkerek hatiye kuştin û 6 leşker û çekdar din jî birîndar bûne.

Ji destpêka sala 2024an ve 53 caran Israîlî xaka Sûriyê kiriye armanc û 108 armanc, xal û baregehan dane, herwiha 177 leşker û çekdar hatin kuşin û 97 jî birîdar bûne.

Fly Erbil Advertisment