Berpirsê Liqê 22 ê PDKê li Germiyanê: Teqîna otomobîla min karekî terorîstî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqê Germiyanê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ekrem Salih ragihand, teqîna otomobîla wî, karekî terorîstî ye û daxwaz ji hêzên ewlehiyê kir ku lêkolînê li ser bûyerê bikin.
Berpirsê Liqê 22 ê PDKê li Germiyanê Ekrem Salih îro 15ê Tîrmehê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, teqîna îro danê sibê li ber deriyê mala wî, karekî terorîstî ye û otomobîl bi rêya bomebeyeke vedayî hat teqandin.
Ekrem Salih da zanîn, di encama wê êrişê de ew, şofêrê wî û pêşmergeyek bi sivikî birîndar bûne û otomobîla wî bi temamî şewitiye.
Berpirsê Liqê 22 ê PDKê li Germiyanê daxwaz ji dezgehên ewlehiyê kir ku lêkolînê li ser bûyerê bikin û ew li benda encamên lêkolînê ne.
Ekrem Salih di wê baweriyê de ye ku berî bûyerê çavdêriya wî hatiye kirin û got: “Ji ber ku otomobîla min pêşî li hewşê bû, paşê ajokar ew derxist û piştre bombe tê de hat çandin û piştre jî ji dûr ve hat teqandin.”