Heyder Qureyşî: Herêma Kurdistanê di bizavên Hikûmeta Federalî de bo rûbirûbûna madeyên hişber pişkdar e

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Tîma Niştîmanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişber li Şêwirmendiya Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê amajeyê dide, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bizavên Hikûmeta Federalî de ji bo rûbirûbûn û nehêlana madeyên hişber û bazirganên wê pişkdar e.” Herwesa dibêje, “Li roja 20ê vê mehê kongireyekî giring û mezin li Bexdayê li ser madeyên hişber tê lidarxistin.”
Endamê Tîma Niştîmanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişber li Şêwirmendiya Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Heyder Qureyşî îro (Duşem, 15.07.2024) taybet ji K24ê re got, “Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengiyeke baş karîne gelek bazirganên madeyên hişber desteser bikin.”
Heyder Qureyşî amaje jî da, “Bazirganên madeyên hişber awa û rêyên cuda cuda ji bo karên xwe bi kar tînin, yek ji wan rê û awayên nû bikaranîna dronan e lê ew jî hatiye kontirolkirin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Herêma Kurdistanê di bizavên Hikûmeta Federalî de ji bo rûbirûbûn û nehêlana madeyên hişber û bazirganên wê pişkdar e.”
Endamê Tîma Niştîmanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişber li Şêwirmendiya Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek alîkariya me dike, xasma ji bo rûbirûbûna madeyên hişber û şiyarkirina xelkî.”
Heyder Qureyşî eşkere jî kir, “Li roja 20ê vê mehê kongireyekî giring û mezin li Bexdayê li ser madeyên hişber tê lidarxistin.”