Mihemed Şukrî: Destûriyên pirojeyan hatine rawestandin ji bo ku pirojeyên baştir bên çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Weberhênanê piştevaniya xwediyên pirjeyan dike, ku pirojeyên xweşiktir li Kurdistanê çê bikin û Kurdistan zêdetir bê avedankirin. Herwesa dibêje, “Destûriyên nû hatine rawestandin ji bo ku li paşerojê pirojeyên baştir û standardtir bên çêkirin.”
Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro (Duşem, 15.07.2024) ragehand, “Destûriyên nû hatine rawestandin ji bo ku li paşerojê pirojeyên baştir û standardtir bên çêkirin, yên ku kar jî tê de tê kirin bên temamkirin û bi xwediyên wan bên dan.”
Mihemed Şukrî amaje jî da, “Ew biryar pêngavek e di berjewendiya wan pirojeyan de ye yên ku karkirin tê de berdewam e.”
Navbirî pêdivî jî zanî li paşerojeke nêzîk arêşeyên pirojeyên din, ku arêşeyên cuda cuda hene, bên çarekirin û yên ku di qonaxa bicihanînê de ne jî lez di temamkirina wan de bê kirin.
Serokê Desteya Weberhênanê tekez jî kir, hemî şanaziyê bi wan pirojeyan dibin yên ku dibin sedema zêdetir xweşikkirina Kurdistanê û vejandin û avedankirinê û ji bo vê meremê jî piştevaniya xwediyên pirojeyan dikin.