Mesrûr Barzanî: Divê dezgehên pêwendîdar berpirsên hewla terorkirina Berpirsê Liqê Germiyanê yê PDKê aşkere bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hewla terorkirina Berpirsê Liqê 22 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Germiyanê Ekrem Salih şermezar dike û radigihîne, “Divê dezgehên pêwendîdar hewl bidin ku berpirsên vî karê terorîstî eşkere bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de got: “Ez hewla terorkirina birêz Ekrem Salih, Berpirsê Liqê 22 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Germiyanê şermezar dikim û divê dezgehên pêwendîdar hewl bidin ku berpirsên vî karê terorîstî eşkere bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir jî: “Her kes û aliyê li pişt vê hewla tirsonek be, berpirsiyariya encamên wê hildigire ser milê xwe û dê rûbirûyî yasayê bibe.”

Otomobîla Berpirsê Liqê 22 ê PDKê Ekrem Salih duhî danê sibê li ber deriyê mala wî li bajarokê Kelarê hatibû teqandin.

Ekrem Salih di kongreyeke rojnamevanî de jî ragihand, teqîna li ber deriyê mala wî, karekî terorîstî ye û otomobîl bi rêya bomebeyeke vedayî hatiye teqandin.

Herwiha da zanîn, di encama wê teqînê de, ew şofêrê wî û pêşmergeyek bi sivikî birîndar bûne û otomobîla wî bi temamî şewitiye.

Berpirsê Liqê 22 ê PDKê li Germiyanê daxwaz ji dezgehên ewlehiyê kiribû ku lêkolînê li ser bûyerê bikin û ew li benda encamên lêkolînê ne.

Fly Erbil Advertisment