Herêma Kurdistanê tevlî danûstandinên endambûna Îraqê di Rêkxistina Bazirganiyê ya Cîhanî de dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Gera sêyê ya danûstandinên endambûna Îraqê di Rêkxistina Bazirganiyê ya Cîhanî de li Cinêvê bi tevlîbûna şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên kirin. Şêwirmendê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê jî radigehîne, “Bi pejirandina vê endambûnê, feydeyekî zêde yê aborî digehe Îraq û Herêma Kurdistanê.”
Lijneya Niştîmanî ya Îraqê bi serokatiya Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Esîr Dawid û tevlîbûna du nûnerên Herêma Kurdistanê, ev ji bo dema şeş rojan e ji bo danûstandinên bi endamên Rêkxistina Bazirganiyê ya Cîhanî re li bajarê Cinêvê yê Swîsrayê ne, bi merema temamkirina gera sêyê ya danûstandinên girêdayî endambûna Îraqê di wê rêkxistinê de.
Şêwirmendê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Fethî Mihemed Ebdula û Sikirtêrê Civata Wezîran Amanc Rehîm nûnerîtiya Herêma Kurdistanê di wê lijneyê de dikin.
Fethî Mihemed Ebdula di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand, “Em wekî nûnerên Herêma Kurdistanê berdewam tevlî wan danûstandin û civînan dibin ên ku bi endamên Rêkxistina Bazirganiyê ya Cîhanî re bi merema endambûna Îraqê di wê rêkxistinê de tên kirin.”
Li dû gotina Şêwirmendê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, endambûna Îraqê di Rêkxistina Bazirganiyê ya Cîhanî de bi awayekî rasterast û nerasterast feydeyî digehîne Îraq û Herêma Kurdistanê, “ji ber ku eger ew endambûn bê pejirandin, kompanî û brandên cîhanî dê berê xwe bidin Îraq û Herêma Kurdistanê û dê zêdetir derfetên karî ji bo welatiyan jî peyda bibin.”
Şêwirmendê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê tekez jî dike, “Piştî ku Îraq dibe endama Rêkxistina Bazirganiyê ya Cîhanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hêsankariyan ji bo tomarkirina kompanî û brandên cîhanî dike.”
Fethî Mihemed Ebdula herwesa got, “Piştî pejirandina endambûna Îraqê, Herêma Kurdistanê dê vejandineke zêde bibîne û jêrxaneya wê ya aborî jî dê bihêztir bibe; herwesa dê bi gelek pêngavan di warên weberhênan, pîşesazî, aborî, tendirustî, perwerde û warên din de pêşve biçe.”
Navbirî eşkere jî kir, “Li roja Pêncşemê, 18.07.2024, civîneke giring li gel 164 welatên endam di Rêkxistina Bazirganiyê ya Cîhanî de tê kirin û endambûna Îraqê di wê rêkxistinê de tê yekalîkirin.”