Şandekê bi nûnerîtiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Parêzgerê Helebceyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nûnerîtiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Parêzgerê Helebceyê kir û daxwaza silametiyê jê re kir.
Birêveberê Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şaban Çalî, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Birêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe Hêmin Mîranî û Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Tendirustî ya Hewlêrê îro (Sêşem, 16.07.2024) li Hewlêrê bi merema pirsîna rewşa saxlemiyê serdana Parêzgerê Helebceyê Azad Tewfîq kir.
Zêdebarî gehandina silavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ku bi awayekî berdewam di çend rojên borî de bi dilgermî bi aliyên peywendîdar re ji bo çarekirina wî li ser xetê bû, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serdana xwe de rewşa saxlemiya Parêzgerê Helebceyê pirsî û daxwaza saxlemiyeke baş û zûçarebûnê jê re kir.
Ev çend roj in ku rewşa salxemiya Parêzgerê Helebceyê Azad Tewfîq baş nebû, li yek ji nexweşxaneyên Hewlêrê neştergeriyeke mezin û serkeftî jê re hat kirin.

