3 zarokên Kurd li başûrê Libnanê di êrîşeke Îsraîlê de bûn qurbanî
Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakvanekî Kurd diyar kir, sê zarokên Kurd ên ji Efrînê di encama bombebarana Îsraîlê de li başûrê Libnanê hatin kuştin.
Çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo ji K24ê re got, “Droneke Îsraîlê duhê danê êvarê zeviyek li nêzîkî gundê Um El-Tût ê li başûrê Libnanê bombebaran kir û di encamê de 3 zarokên Kurd yên bi navên Jan Şahîn Çerkes, Mihemed Şahîn Çerkes û Xelîl Mihemed Xelîl hatin kuştin.”
Şêxo diyar kir: “Malbatên wan zarokan ji herêma Efrînê ne di nava zeviyê de kar dikirin. Ew zarok jî li nêzîk çadirên xwe bûn, dema parçeyên mûşekan li wan ketine.”
Da zanîn jî, ew her sê zarok bo nexweşxaneya Îtalî ya li bajarê Sor ê li başûrê Libnanê hatin rakirin û îro li gundê Qasimiyê yê li Libnanê bi xakê hatin spartin.”
Herwiha Şêxo da zanîn, “Ev her sê zarok ji gundê Sariya yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne ku malbatên wan li başûrê Libnanê karê çandiniyê dikin.”
Ji aliyekî din ve, Ajansa Neteweyî ya Nûçeyan a Libnanê ragihand, Îsraîlê êvara Sêşemê motorsîklek li ser rêya Kefir Tibnît – Xerdelî û zeviyeke çandiniyê li gundê Um El-Tût li ser başûrê Libnanê kirin armanc, di encamê de 5 kesên Sûrî hatin kuştin ku ji wan 3 zarokên Sûrî bûn.
Ji aliyê xwe ve jî, artêşa Îsraîlê di daxuyaiyekê de diyar kir, wan “nêzîkî 40 top ji Libnanê hatine avêtin û li aliyê Îsraîlê ketin, wan hin ji topan xistin xwarê. Di encamê de ti ziyanên canî çênebûne.”
Artêşa Israîlê got, hêzên wan ên asmanî cihê ku top jê hatine avêtin destnîşan kir û ew cih ku li herêma Bilat bû û xaleke Hizbullaha Libnanî li nêzîkî gundê Um El-Tût bombebaran kirin.
Ji destpêka şerê li Xezzeyê ve, Hizbullah û artêşa Îsraîlê her roj li ser sînor êrîşî hevdu dikin. Li gorî amaran jî, 511 kes li Libnanê hatine kuştin ku piraniya wan çekdarên Hizbullah in, ji wê hejmarê jî 104 sivîl hene. Îsraîlê jî diyar dike, 17 leşker û 13 sivîl ji aliyê wan ve hatine kuştin.
Bombebarana hevbeş a navbera Îsraîl û Hizbullahê ji 7ê Cotmehê ve bûye sedema kuştina 511 kesan li Libnanê, ku piraniya wan çekdarên Hizbullah in, di nav wan de zêdetirî 104 sivîl. Ji aliyê xwe ve, aliyê Îsraîlê kuştina 17 leşker û 13 sivîlan ragihand.