Li gundekî Erziromê lehiyê ziyan gihand gelek avahî û zeviyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gelek navçeyên Erziromê nêzîkî du heftiyan e baran dibare. Li gundekî navçeya Oltu, dibistan û Binkeya tendirustî û deh mal di bin avê de man. 

Li gundê Ayvalî yê ser bi navçeya Oltuyê, piştî barana bihêz lehî rabûn. Ava Dümbullu ya ku di nava gund re derbas dibe, bû sedema lehiyê.

Lehiyan ziyan gihandina avahiya dibistanê, Binkeya tendirustiyê û deh malên gund. Mamosta tevî malbata xwe bi hewlên demdirêj ji avahiyê hatin derxistin.

Her wiha ji ber lehiyê, pira gund hilweşiya, 10 otombêl li ber avê de çûn, ziyan gihîşt baxçeyên mêweyan û 50 mêşên hinguv. Rêya Erzirom û Artvînê jî hate girtin.

Piştî karesatê, Şaredarê Oltuyê serdana cihên ku ziyan dîtine kir û da xuyakirin, ewê ziyanên gundê Ayvalî qerebû bikin.

Fly Erbil Advertisment