Mihemed Şukrî: Bi fermana Mesrûr Barzanî lêborîn bi çend risûmatan ji bo weberhêneran hatiye kirin

Mihemed Şukrî
Mihemed Şukrî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dike, “Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lêborîn bi çend risûmatan ji bo weberhêneran hatiye kirin.”

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragehand, “Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, lêborîn bi çend risûmatan ji bo wan kargeh û pirojeyan hatiye kirin ên ku li deverên kêm pêşkeftî tên bicihanîn, ew jî wekî paldan û piştevaniyek ji wan pirojeyan re, ji bo pêşxistina aborê Kurdistanê û zêdekirina berhemê navxwe.”

Mihemed Şukrî herwesa got, “Qanûna weberhênanê û rênimayên weberhênanê hene, hejmareke risûmatan ji weberhêneran tên wergirtin ka gojimê pirojeyê çend be û yek ji sedê ya xizmetkariyên weberhênanê ji tevaya gojimê pirojeyê tê wergirtin, herwesa kirêya lidûçûnê û hejmareke risûmatên din ku ji weberhêneran tên wergirtin, lewma Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye ji bo deverên kêm pêşkeftî yên Herêma Kurdistanê weberhêner bi wan risûmatan bên efûkirin, ji bo ku karên bên ên weberhêneran ji niha û pê de ji bo deverên kêm pêşkeftî bin, da ku kargehan lê dabinin û pirojeyên stratejîk li wan deveran bi cih bînin, pêxemetî wê yekê ku ew dever jî feydeyî ji pirojeyên weberhênanê werbigirin.”

Fly Erbil Advertisment