Şandên Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser çend xalên girêdayî bacê li hev kir

Dîmenekî wê civînê
Dîmenekî wê civînê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî serdana Lijneya Bilind a Rêkxistina Bacê ya Hikûmeta Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê û civîna wan bi Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, li ser çend xalan di warê bacê de gehiştin lihevkirinê ku ji bo wan kargeh û kompanî û bankan dibe hêsankarî yên ku li Herêma Kurdistanê û Îraqê kar dikin.

Yek ji wan xalan itîrafkirina bi pakijiya baca Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve ye ku pêştir çi giringî pê nedihat dan, herwesa çarekirina arêşeya kargehên Kurdistanê ku pêştir daxwaza bacê jê dihat, kirin bi behaneya wê yekê ku berhemên wan li deverên başûr û naverastên Îraqê tên firotin, ji niha û pê de ew kargehên ku li Kurdistanê ne divê baca dahatên xwe jî li Kurdistanê bidin.

Di eynî demê de her du alî li ser çarekirina arêşeya dana sotemeniyan ji bo kargehên Herêma Kurdistanê bi bihayê paldayî, ku ev demek e bi behaneya nedana bacê ji bo Hikûmeta Îraqê dana sotemeniyan bi wan kargehan rawestandiye.

Li dû ragehandina Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şandên Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser yekkirina rêkar û pilanên wergirtina bacê bi mîkanîzma hevpar li hev kir. Her du aliyan herwesa li ser bankan jî li hev kir, ku bingeha serekî ya bankê bibe bingeha wergirtina bacê û lihevkirinê li ser hevahengiya pêdivî û bicihanîna pilanên guncayî ji bo rêgirtina li nedana bacê.

Fly Erbil Advertisment