Ezîz Ehmed: Hikûmet nikare çi pereyan ji hejmarên bankan ên welatiyan bibe

Ezîz Ehmed
Ezîz Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Piştî biryara Dadgeha Federalî li ser pirojeya Hejmara Min û pejirandina bankên tevlîbûyî, rêjeya xwetomarkirinê li parêzgeha Silêmaniyê libernaberî cihên din ji hemiyan zêdetir bûye û roj bi roj zêdetir jî dibe.”

Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed îro (Pêncşem, 18.07.2024) di çarçoveya bernameya Xê ya K24ê de tekez kir, “Çi bingeh ji bo wan gotin û gomanan nînin, ku tê gotin hikûmet ji bo wergirtina qerên xwe pişta xwe bi pirojeya Hejmara Min girê dide û bi vê rêyê qerên xwe yên ku li cem mûçexur an jî welatiyan in vedigerîne.”

Ezîz Ehmed ron jî kir, “Bê pirsyarkirina welatiyan û bê vegeriyan û haydarkirina wan, hikûmet çi pereyan ji hejmarên wan nabe.”

Navbirî amaje jî da, “Belge ji bo piştrastkirina vê mijarê wergirtina mûçeyan ji aliyê 50 hezar mûçexuran ve bi rêya pirojeya Hejmara Min li meha borî bû, herwesa pizişk û fermanberên Nexweşxaneya Zarokan li Hewlêrê ev ji bo dema zêdetirî salekê ye mûçeyên xwe bi rêya Hejmara Min werdigirin û çi pere ji mûçeyên wan nehatine wergirtin.”

Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Çi bingeh ji bo wê mijarê nînin, heta çi qanûn û rênima nînin rêyê bi hikûmetê bidin ku serederiyeke bi vî awayî bi mûçexuran re bike.”

Ezîz Ehmed herwesa got, “Nêzî 500 hezar mûçexurên sivîl li Herêma Kurdistanê hene, bi awayekî li destpêka pirojeya Hejmara Min tenê mûçexurên sivîl hatine tomarkirin. Li ser hejmara tevlîbûyîyên ku navên xwe di pirojeya Hejmara Min de tomar kirine, li Silêmaniyê heta niha rêje gehiştiye 30%, li Hewlêrê 96% û li Dihokê jî 88%.” Herwesa got, “Li Silêmaniyê heta niha 53 hezar kesan navên xwe di wê pirojeyê de tomar kirine.”

Navbirî amaje jî da, “Sîstema bankê û pirojeya Hejmara Min li Herêma Kurdistanê pirose û ezmûneke nû ye, lewma pêdivî ye derfet bi hikûmetê û welatiyan bê dan ku baweriyê ji bo vê pirose û ezmûnê çê bikin û bi dest bixin.”

Fly Erbil Advertisment