10 hezar kartonên çipsên petatên Kurdistanê hinardeyî Siûdiye û Urdinê hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Herêma Kurdistanê piroseya berbazarkirina berhemê çipsên petatên Herêma Kurdistanê li derve ragehand, ji bo cara yekê jî 10 hezar kartonên çipsên petatên Herêma Kurdistanê hinardeyî welatên Siûdiye û Urdinê kirin.
Armanca Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir pêşxistina kertê çandinê û pîşesaziyê ye, pêxemetî vejandina berhemên navxwe û berbazarkirina wan.
Li yek ji kargehên navxwe yên Herêma Kurdistanê ku çipsên petatan çê dike, derfetên karî ji bo zêdetirî 400 karkeran peyda bûne. 75% ji karkerên wê kargehê navxweyî ne û bi awayekî berdewam jî derfetên karî yên rasterast û nerasterast peyda dike. Herwesa 60% ya karkerên wê kargehê jin in û derfet ji aliyê qayimqamiya Quştepeyê ve jê re hatiye peydakirin ku kar bikin.
Ev cara yekê ye ku li sinorê qezaya Quştepeyê çipsên petatên Herêma Kurdistanê hinardeyî welatên Urdin û Siûdiyeyê bên kirin. Pêşxistina kertê çandinê ji bo zêdekirina berhemê petatan û hinardekirina çipsan ji bo derveyê welatî sedemek bûye, herwesa ji bo pêşxistina kertê weberhênanê û berhemê navxwe jî pêngaveke mezin e.
Di qonaxa yekê de, berhemê hinardekirî 10 hezar karton bûn û bi pênc barhilgiran hinardeyî her du welatên Urdin û Siûdiyeyê hatin kirin.