Dem Partiyê li Diyarbekirê Kongreya xwe pêk anî

Diyarbekir (K24) – Partîya Wekhevî û Demokrasî a Gelan (DEM Partî) li Diyarbekirê kongreya xwe ya asayî ya 2emîn pêkanî. Di kongreyê de hevserokê berê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer weke hevserokên nû yên şaxa Diyarbekirê hatin bijartin. Di axaftinan de behsa giringîya bajarê Diyarbekirê hat kirin.
Li Diyarbekirê li holeke ya taybet 2emîn kongreya Asayî ya Partîya Wekhevî û Demokrasî a Gelan (DEM Partî) hat pêkanîn. Hevserokê berê yê Dem Partîyê yê Şaxa Diyarbekirê Abbas Şahîn, Hevserokê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP)ê Keskin Bayindir, Berdevka DEM Partîyê Ayşegul Dogan, hevşaredarên Diyarbekirê, revebirên partîyên siyasî û delegeyên DEM Partîyê tevlî kongreye bûn.
Berdevka DEM Partîyê Ayşegul Doganê axaftinek Kurmancî û Tirkî kir û got: “Li vi bajarî axaftin ne tişteke hêsan e. Ne ji bo me ne jî ji bo alîyên din. Axaftina li vî bajarî lixwekirina qemîsekê agirî ye. Heger hûn bizanin ev qemîs ve wê germ bike belê eger hûn nezanîn biaxivin ev agirê wî qemîsî wê bişewitîne. Yên ku dibêjin nermbûn di siyasetê de dest pê kirîye, kurdan derveyî vê nermbûnê dihêlin. Eger li vê derê hêj em behsa girtîyên siyasî û sistema qeyuman dikin, ew tê wê wateyê ku ev nermbûn bi armanceke cuda dest pê kiriye.”
Doganê bal kişand ser gavên tên xwestin li Sûrî bên avêtin dedî got, tu alî nikare û ne mafdar e kurdan dijî wî bihêlin.
Piştî axaftinan jî hilbijartin pêk hat û weke hevserokên nû, hevserokê berê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer hatin bijartin.