Hewlêr.. Amadekarî ji bo rêgirtina li lehiyan tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Civînek li ser amadekariyên rêgirtina li rabûna lehiyan li Hewlêrê hat kirin. Parêzgerê Hewlêrê jî dibêje, “Hemî rêkarên qanûnî li beranberî wan aliyan tên bicihanîn ên ku dibin sedema rabûna lehiyan.”
Îro (Yekşem, 21.07.2024) Bi serperiştiya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Desteya Weberhênanê û Nûnerê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî û bi amadebûna cîgir û alîkarên Parêzgerî û Serokê Şaredariya Hewlêrê û Birêveberê Giştî yê Şaredariyan û Birêveberê Avrêjan û Weberhênana Hewlêrê, civîneke girêdayî amadekariyên rêgirtina li rabûna lehiyan li bajarê Hewlêrê û derdora wê hat kirin.
Li dû ragehandineke Nivîsîngeha Ragehandinê ya Parêzgeha Hewlêrê, di wê civînê de zêdebarî danûstandinan li ser çend hizir û raspardeyan danûstandin li ser bicihanîna hejmareke pirojeyan ji bo vê meremê hatin kirin.
Herwesa amaje bi sedemên rabûna lehiyan û guhertinên seqayî û bandora wan li ser zêdebûna rêjeya baranbarînê û sedem û çarekirinên wan hat dan.
Di wê civînê de biryar hat dan ku hemî rêkarên qanûnî li beranberî wan aliyan bên bicihanîn ên ku dibin sedemên rabûna lehiyan.
Aliyên peywendîdar jî hatin raspartin ku berî hatina werzê baranbarînê pêngavên pêdivî bên avêtin, pêxemetî vê yekê jî hemî piştevanî hatin ragehandin.
Herwesa amaje bi hemî wan rêkar û pirojeyên stratejîk hat dan ên ku li salên borî ji bo kêmkirina bandor û metirsiyên lehiyan hatibûn bicihanîn û helwest li ser çêkirina çend pirojeyên din ên stratejîk jî hat diyarkirin.