Serkirdeyekî metirsîdar ê DAIŞê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyekî DAIŞê ji aliyê desthilatdarên ewlehiyê yên Îraqê ve li Feloceyê hat girtin, û itîraf bi hebûna goreke bikom li cihekî kir ku wekî Goristana Elmesaliheyê tê naskirin, ku dikeve nahyeya Seqlawiyeyê ya girêdayî Feloceyê. Eşkere jî kir ku, hejmara qurbaniyan pênc kes bûn û endamên dezgehên ewlehiyê jî di nav de bûn.

Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Erşed Hakim ragehand, “Termên wan qurbaniyên ku li Goristana Elmesaliheyê bûn hatin dîtin”.

Erşed Hakim tekez jî kir, “Hejmara qurbaniyên wê goristanê bi itîrafên wî teroristî re ku nasnavê wî Ebu Hîbe ye hev digirin.”

Navbirî herwesa got, “Ew DAIŞ berpirsê ewlehiyê yê wê rêkxistinê li Feloceyê bû, di operasyonekê de hat girtin ku ji aliyê dezgeha ewlehiyê ve hat bicihanîn.”

Dezgeha Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê li roja Şemiya borî girtina teroristekî DAIŞê ragehand, ku “wekî yek ji serkirdeyên metirsîdar ên DAIŞê tê naskirin û nasnavê wî Ebu Hîbe ye, û li dû madeya 4ê ya qanûna terorê ku ew siza digehe sêdaredanê tê darizandin.”

Fly Erbil Advertisment