Îraq petrola Kerkûkê bi 16 dolaran kêmtir ji bihayê sûkê difiroşe Urdinê

Navenda Nûçeyan (K24) - Îraq petrola Kerkûkê bi 16 dolaran kêmtir ji petrola brent difiroşe Urdinê, ku her rojê 15 hezar bermîlên petrolê bi rêya tankeran hinardeyî Urdinê dike.
Wezîrê Enerjiyê û Samanên Kanzayî yê Urdinê Salih Xerabişe ragehand, “Îraq li ser dirêjkirina yadaşnameya hevfêmkirinê ji bo pirosêskirina petrola xav razî bûye, ku di navbera her du welatan de hatiye îmzakirin, heta 26.06.2025ê.” Amaje jî da, “Bihayê yek bermîla petrolê 16 dolaran ji bihayê petrola brent kêmtir e.”
Salih Xerabişe herwesa got, “Li dû dirêjkieina wê yadaştnameyê ku li roja 05.04.2023ê hatiye îmzakirin, divê Urdin her rojê zêdetirî 15 hezar bermîlan hawirde neke, herwesa bihayê wê jî dê 16 dolaran ji petrola brent kêmtir be. Ew rêje jî 10% ya pêdivîtiyên Urdinê pir dike.”
Navbirî tekez jî kir, “Giringiya wê yadaştê bilindkirina alîkariya aborî ya navbera her du welatan e, herwesa tekezkirina hawirdekirin û nûjenkirina rêya bejahî ya navbera Urdin û Îraqê û dabînkirina berjewendiyên aborî ye. Ev jî tevlî peydakirina zêdetir derfetên karî û vegerandina rolê aborî yê giring ê wê rêyê dike.”
Urdin petrola Îraqê ji Kerkûkê hawirde dike, ku ji aliyê kalitiyê û bihayî ve ji bihayê petrola Îraqê li başûrî kêmtir e, ji aliyê kalitiyê ve jî ji petrola xav a brent kêmtir e, herwesa Urdin xerciya veguhastina wê petrolê bi rêya tankeran li ser hisaba xwe dide, ev jî wesa dike ku bihayê wê 16 dolaran ji yê petrola brent kêmtir be.