Parêzgerê Hewlêrê: Nerîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew e ku em bibin welatekî berhemîner

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro 100 tonên petatan di merasîmekê de hinadeyî Îmaratê hatin kirin. Parêzgerê Hewlêrê jî dibêje, “Nerîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew e ku em bibin welatekî berhemîner.”
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Duşem, 22.07.2024) di nav merasîmên hinardekirina 100 tonên petatan ji bo welatê Îmaratê de got, “Karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku derfetên guncayî ji bo cotyaran peyda bike, bi piştevanîkirina kar û berhemên wan berhemê navxwe dabîn bikin, herwesa bibin sedema wê yekê ku berhemên wan hinardeyî welatan jî bên kirin.”
Umêd Xoşnaw amaje jî da, “Rast e ku ev pirose destpêkeke sade ye lê armanceke mezin li pişt e û piştevaniyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Kabîneya Nehê û tevaya pêkhate û dezgehên dewletê di hemî astand de bûye sedema wê yekê ku em bi geşbînî li paşerojê binêrin.”
Navbirî tekez jî kir ku, zêdetir derfet bi kompaniyên navxwe û weberhênanê û pêşxistina kertê pîşesazî tê dan. Herwesa got, “Derfet ji bo kertê çandinê û hinardekirina henar û hingiv û sêvan hatiye peydakirin û niha derfet ji bo hinardekirina petatan tê kirin.”
Parêzgerê Hewlêrê pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina kertan tekez kir û got, “Em dixwazin bibin civak û welatekê berhemîner.” Herwesa got, “Nerîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew e ku li paşerojê Kurdistan di hemî waran de bihêztir û pêşkeftîtir be.”