Herêma Kurdistanê û kompaniyên weberhênana petrolê danûstandinan li ser pirsa petrolê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hejmareke kompaniyên weberhênana petrolê re dicive.
Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 22.07.2024) li Dîwana Civata Wezîran bi hejmareke kompaniyên weberhênana petrolê re civiya.
Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Sikirtêrê Civata Wezîran Amanc Rehîm, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê Ebdulhekîm Xesro û Wezîrê Samanên Xwezayî Kemal Mihemed pêk hatibû.
Di wê civînê de behsa şeraketa hevpar û stratejîk a navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê hat kirin û dawî serdan û danûstandin navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li ser pirsa petrolê di çarçoveya destûrî de hatin behskirin.
Çareseriya pirsa petrol û gazê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û rijdiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wê pirsê di wê civînê de hat berçavkirin.