Umêd Xoşnaw: Em bi parêzgerên bajaran re li Parîsê behsa guhertinên keşûhewayê dikin

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê radigehîne, “Em bi parêzgerên bajaran re li Parîsê behsa guhertinên keşûhewayê dikin.”

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (În, 26.07.2024) ji K24ê re ragehand, “Di çarçoveya wê lihevkirinê de ya ku me bi Parîsê re heye, tevî berdewamiya wan peywendiyên Serokê Şaredariya Parîsê, Herêma Kurdistanê û Fransayê, em pareke civîna bajarên Frankofonê ne û em tevlî Olympiada 2024ê dibin ku dê li Parîsê bê kirin.”

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo dosteke nêzîk a Herêma Kurdistanê ye, çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Gelek caran şandên me jî yên ku serdana Fransayê kiriye li ser hemî astan serdana wê şaredariyê kiriye.”

Navbirî amaje jî da, “Di berdewamiya wan peywedniyan de, em wekî parêzger, serokên şaredariyan û sikirtariyetên paytextan ên welatan hatine vexwandin, zêdebarî tevlîbûna di wê konferansê de, ku tewerê wê yê serekî guhertinên keşûhewayê ne. Îro jî ew konferans berdewam dibe û êvarê bidawî tê.”

Parêzgerê Hewlêrê ron jî kir, “Mijara guhertinên keşûhewayê, encamên wê û pilanên hikûmetan pirseke cîhanî ye. Ew mijar girêdayî deverekê û cografiyeke diyarkirî li cîhanê nîne, belkî mijareke gerim a pilan û stratejiyên hikûmetan e. Pareke giring a bicihanîna pilanan û rûbirûbûna guhertinan û kêmkirina guhertinên keşûhewayê ye, ew jî pareke giring a karnameyên hemî Hikûmetan e.”

Umêd Xoşnaw tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê jî di karnameya hikûmetê de pilanên xwe yên taybet hene, xasma piştî bandora guhertinên keşûhewayê li deverên Kurdistanê ku nîşanên wê diyar bûn, wekî lehiyên salên borî ku pareke guhertinan bûn.”