Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgerê Hewlêrê tevlî ahenga vekirinê ji bo yariyên Olympiadê li Parîsê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgerê Hewlêrê tevlî ahenga vekirinê ji bo yariyên Olympiadê li Parîsê dibin.
Biryar e îro (În, 26.07.2024) seet 08:30 ê êvarê bi dema Hewlêrê ahenga vekirinê ji bo yariyên Olympiadê li Parîsê bê kirin.
Ev cara yekê ye di dîroka Olympiadan de ku ahenga vekirinê li derveyê yarîgehan bê kirin. Biryar jî wesa ye ku ew aheng bi rex rûbarê Sînê ve bi rê biçe û di nav Parîsê re derbaz bibe. Tê zanîn ku ev yarî dê heta roja 16ê Tebaxê berdewam bibin.
Li dû Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yek ji vexwandiyên ahenga vekirinê ya wê qehremaniyê ye.
Pêştir Parêzgeha Hewlêrê jî ragehandibû, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji bo tevlîbûna di ahenga yariyên Olympiadê de û tevlîbûna di konferanseke keşûhewayê de serdana Fransayê kiriye.