Kerîm Silêman: Hawirdekirina berhemên çandinê zirarê digehîne berhemên navxwe û cotyaran

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Wezareta Çandinê ya Îraqê rêyê dide hawirdekirina brheman, ku bandoreke xirab li ser berhemên navxwe û cotyarên Herêma Kurdistanê heye.”
Wekîlê Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Kerîm Silêman ji K24ê re ragehand, “Xişteyê çandinê xişteyek e ku Wezareta Çandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çandina federalî re lihevkirin li ser heye. Li dû wê lihevkirinê ku berhemek tê qedexekirin an rê bi hawirdekirina berhemekî tê dan, divê di navbera her du aliyan de bi hevparî be.”
Kerîm Silêman herwesa got, “Mixabin hin caran Wezareta Çandinê ya Îraqê rêyê bi hawirdekirina hin berheman dide, ku vê yekê jî bandoreke xirab li ser berhemên navxwe heye, zirareke mezin jî digehîne cotyarên Herêma Kurdistanê.”
Navbirî amaje jî da, “Em gelek caran bizavê ji bo başbûna hevahengiyan dikin lê ew hêsankariyan nakin, me careke din jî ji wan re got: We çima rê daye ku pênc berhem bên hawirdekirin? Got: niha dema Aşûrayê û Çiliya Îmam Hisên e û gelek seredanker tên Îraqê, lewma jî me rê daye ku xiyar, temate, pîvaz û zebeş bên hawirdekirin.”
Wekîlê Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ron jî kir, “Eger wan hevahengî bi Wezareta Çandinê ya Herêma Kurdistanê re heba, me jê re ron dikir ku me li Kurdistanê gelek berhem hene û mimkin e em bikarin pêdivîtiyên sûkên jêrî û naverast dabîn bikin.”